-> header -> single
-> content-slider

Bi awayekî çalak, piştgirî ji bo kesên ku li şiddeta nijadperestan rast tên

LOBBI, wekî rêxistineke serbixwe, piştgiriya wan kesan dike, ewên ku li Mecklenburg-Vorpommern rastî şiddeta nijadperestan tên.
Eger hûn raserî şiddeteke nijadperetiyê hatibin, werin cem me. Eger hûn bibin çavdêrê bûyereke girêdayî nijadperestiyê, werin û çavdêriyên xwe bi me re parvebikin. Eger em di derbarê bûyerekê de agahdar bibin, emê bi wan kesan re têkevin têkiliyê, ewên ku rastî şiddetê hatine. Bi her awayî, em ji we re vê yekê misoger dikin, eger hûn bixwazin, dê nasname û agahiyên di derbarê we de neyên şkerekirin. Bi giştî, em alîkariyê bi wan kesan re dikin, li gor daxwaza kesan û li gor pêdiviyên wan û li ser bingeha baweriyê, dilxwaziyê û dûrketina ji gelemşeya karûbarên bîrokratîk. Em agahiyan di warê qanûnî de didin, ji bo dîtina şahid û çavdêran. Herweha ji bo alîkariya wan, bi wan re diçin dezgehên fermî yên desthilatdariyê. Wisa jî ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyên girêdayî zirarên aborî yên ku rû didin û ji bo navbeynkariya di warê derûniyê de, em dibin alîkar. Eger di dadgehê de dozeke cezayê dijî tawanbarekî hebe, em bi we re tên dadgehê, em çavdêriya dozê dikin, herwisa em hemû hûrgiliyên dozê dekometdikin. Ji bo ku hûn ji hêla LOBBI ve bêne şîretkirin û parastin, agahdarkirina polîsan nabe merc. Ji bo hevdîtinên şîretkirinê, eger pêdivî hebe, em dikarin wergêrekî navbeynkar ji we re peyda bikin.

 Piştî êrîşa bi sedemên nijadperestî, divê çi bikin?
PDF-Download